Necat Elî: Me amadekarî kirine ji bo Yekîneya 80 bixin ser bi Wezareta Pêşmerge ve
Fermandarê Yekîneya 80 a Hêzên Pêşmerge: Du Lîwa bi temamî amade ne ji bo bixin ser bi Wezareta Pêşmerge ve .

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Yekîneya 80 a Hêzên Pêşmerge aşkere kir, wan amadekariyên temam kirine, ji bo Yekîneya 80 bixin ser bi Wezareta Pêşmerge ve û du Lîwa bi temamî amade ne ji bo bixin ser bi Wezareta Pêşmerge ve.
Fermandarê Yekîneya 80 a Hêzên Pêşmerge Necat Elî ji K24ê re ragihand, “Me dest bi proseyekê kiriye, ji bo Yekîneya 80 ya hêzên Pêşmerge bixin ser bi Wezareta Pêşmerge ve. Niha du Lîwa amade ne û tenê hin rêkarên îdarî mane. Hêzên mane jî, em wan pêngav bi pêngav rahênan dikin û û em ê wan jî bixin ser bi Wezareta Pêşmerge.”
Got jî: “Plana me ew bû ku hêzên xwe bixin ser bi Wezareta Pêşmerge ve, ji bo wê mebestê jî em hêzên xwe rahênan û perwerde bikin, da ku hêzên me li şêweya Wezareta Pêşmerge amade bikin"