Wezîrê Derve yê Fransayê: Pêwendiyên bihêz bi Herêma Kurdistanê re, ji bo aramiya herêmê giring in

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya serdana xwe ya ji bo Fransayê de, li Parîsê serdana Wezareta Derve ya Fransayê kir û li gel Wezîrê Derve Jean-Noel Barrot civiya.
Li gor daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de Wezîrê Derve yê Fransayê pêşwazî li Serok Barzanî kir û tekezî li ser piştgiriya berdewam a welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê kir.
Di hevdîtinê de, behsa pêwendî û dostaniya dîrokî ya di navbera gelên Kurdistan û Fransayê de hat kirin û tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî hate kirin. Herwiha ronahî hate xistin ser serdana çaverêkirî ya Serokê Fransayê Emmanuel Macron bo Iraq û Herêma Kurdistanê ku tê payîn îsal pêk were.
Tewereke din a civînê, peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de bû, ku tê de pêwîstiya pabendbûna bi destûrê ji bo çareserkirina pirsgirêkan hate nirxandin.
Di beşeke din a hevdîtinê de, metirsiyên terorê û pêwîstiya hemahengiya aliyan ji bo rûbirûbûna terorê hatin gotûbêjkirin. Wezîrê Derve yê Fransayê careke din tekez kir ku piştgiriya welatê wî ji bo Herêma Kurdistanê dê berdewam be.