Emmanuel Macron gehişt Israîlê

Emmanuel Macron
Emmanuel Macron

Serê sibeha îro roja Sêşemê, 24ê Cotmeha 2023ê, Serokê Fransayê Emmanuel Macron ji bo piştevanîkirina Israîlê gehişt Televîvê.

Îro Serokê Fransayê Emmanuel Macron gehişt Televîva paytexta Israîlê û biryar e bi Serokwezîr û berpirsên bilind ên wî welatî re bicive. Armanca serdana wî jî nîşandana piştevaniyê ji bo wî welatî di şerê li dijî Hemasê de ye.

Li ser serdana Macron ji bo Televîvê, Koçka Êlîzê belav kiriye ku Fransa tekezê li ser parastina kesên sivîl û jêrxaneyan dike.

Yek ji tewerên din ên serdana Macron ji bo Televîvê lidûçûna çarenivîsê wan welatiyên Fransayê ye yên ku ji aliyê komên çekdar ve hatine girtin.

 

Pêştir jî artêşa Israîlê tekîd kiribû ku 222 kes ji aliyê komên çekdar ên Filistînê ve hatine girtin.

Roja Şemiyê, 7ê Cotmeha 2023ê, balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Kertê Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li jêr desthilata Israîlê û deverên Cihû lê dimînin, û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan birî. Li beranberî wê yekê jî, artêşa Israîlê wekî bersivek rojane Kertê Xezzeyê bombebaran dike.

Li gor amara medyayên Israîlê, heta niha zêdetirî hezar û 400 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzî sê hezar kesên din jî birîndar bûne.

li gor amarên Tendirustiya Xezzeyê jî, di dema 18 rojên borî de, pênc hezar û 300 welatiyên Filistînî hatine kuştin, hezar û 873 ji wan zarok in, hezar û 23 jin in, 187 pîr û kal in û nêzî 16 hezar kesên din jî birîndar bûne.

Fly Erbil Advertisment