Hikûmeta Çînê çend korsan ji fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re vedike

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Çînê bi merema pêşxistina şiyanên mirovî çend korsên rahênan û bihêzkirina şiyanên fermanberan ji bo Wezareta Darayî û Wezareta Bazirganî û Pîşesazî yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê vedike.

Ew fermanber li ser hisêba Konsulxaneya Giştî ya Çînê ya Hewlêrê li Çînê hatine mêvankirin û bi serperiştiya Peymangeha Çiyangsûyê rahênan pê tên kirin, ji bo ku li warên sîstemkirin û dîjîtalkirina gomirkî, kontirolkirina berhemên hawirdekirî, piroseya çawaniya kerentîna berhemên xwarinê û pişkinîna cûnî û piştrastbûna ji wan berhemên ku hawirdeyî Herêma Kurdistanê tên kirin feydeyî ji ezmûna Çînê werbigirin.

Her di wan korsan de, tekez li ser çawaniya nasîna berhemên saxte tê kirin ji bo ku rê li hawirdekirin û berhemanîna kelûpelên bêkalitî bê girtin, herwesa di semîner û rahênanên wan korsan de hejmareke mijarên giring tê berçavkirin, ku girêdayî geşbûna berhemên navxweyî û piroseya geşbûna aborê navxweyî û sedemên zêdebûna derfetên karî û pêşxistina berhemên navxweyî ne û astê karkerên navxweyî li Kurdistanê bilind dike.

Ew kors zêdetirî 13 rojan vedikêşin û hejmareke mamostayên zanîngehê û kesatiyên serbazî yên girêdayî gomirka Hikûmeta Çînê rahênan û dersên teorî û kiryarkî pêşkêş dikin. Ji bilî fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, fermanberên çend hikûmetên din ên welatên Afrîkayê û Pakistanê jî tevlî wan korsan dibin.

 

Fly Erbil Advertisment