Elektrîka du qeza û çar nahiyeyên Silêmaniyê dibe 24 saetî

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Giştî ya Elektrîkê ya Silêmaniyê ragihand ku, elektrîka du qeza û çar nahiyeyên Silêmaniyê îro di çarçoveya projeya Ronakiyê de dibe 24 saetî.
Rêveberiya Giştî ya Elektrîkê ya Silêmaniyê di ragihandinekê de amaje da, “Di çarçoveya projeya Ronakiyê de, elektrîka tevaya hevparên elektrîkê yên qezaya Çwartayê û nahiyeyên Sîtek, Zelan û Basnê û gundên derdorên wan, herwesa qezaya Mawet û nahiyeya Gapîlonê û gundên derdora wê îro (Pêncşem, 4ê Îlona 2025ê) bû 24 saetî.”
Rêveberiya navbirî herwesa got, “Hejmara hevparên elektrîkê yên wan herdu qeza û çar nahiyeyên Silêmaniyê ji 22 hezar hevparan zêdetir e.”
Pêncşema borî jî, elektrîka qezaya Qeredaxê û gundên derdora wê, nahiyeya Erbetê û gundên derdora wê û nahiyeya Berzince û gundên derdora wê jî bû 24 saetî.
Li gorî zanyarên Rêveberiya Giştî ya Elektrîkê ya Silêmaniyê, bi tevahî li wê parêzgehên 372 hezar hevparên elektrîkê û yek milyon û 500 hezar welatiyan ji projeya Ronakiyê feyde wergirtiye û elektrîka wan bûye 24 saetî, herwesa li parêzgeha Silêmaniyê 602 jenerator hatine vemirandin.
Projeya Ronakiyê projeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, armanca w; ew e ku, 24 saetan elektrîkê ji welatiyan re peyda bike û jîngeha Herêma Kurdistanê bi vemirandina jeneratorên taybet paqij bike. Welatî dê ji elektrîka berdewam feydeyî werbigirin û dê her mehê tenê fatûreyek hebe ku dê pereyê wê li gorî xerckirinê bê diyarkirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li roja Pêncşemê (17ê Cotmeha 2024ê) di serdana xwe ya taxa Şadiyê ya bajarê Hewlêrê de projeya Ronakiyê ragihand.