AFAD: 55 milyon lîre ji bo qerebûya ziyanên şewata Diyarbekir û Mêrdînê hatin şandin

Diyarbekir (K24) – Serokatiya AFADê eşkere kir, ji bo zirarên şewata Merdîn û Diyarbekirê 55 milyon lîre hatine terxankirin. Ji vî pereyê, 3 milyon ji bo Diyarbekir 2 milyon ji bo Merdîn weke pareyê ji bo pêdivîyên lezgîn û 50 milyon lîre jî ji bo zirarên welatîyan bên qerebûkirin hatine terxankirin.
Serokatîya AFADê li ser malperê xwe yê “X” eşkere kir ku ji bo zirarên welatîyên ji şewata 20 Hezîranê bandor ditîne bêne qerebûkirin, ji aliyê AFAD û Serokomarîyê ve bi giştî 55 milyon lîre hatine terxankirin.
Di daxuyanîyê de hat eşkere kirin, ji bo pêdiviyên lezgîn ji bo Merdînê 2 milyon û ji bo Diyarbekirê ji 3 milyon hatine şandin. Herwiha ji bo zirarên welatiyan bên qerebûkirin jî ji alîyê AFADê ve ji bo Diyarbekirê 25 nilyon û ji bo Merdînê jî 10 milyon hatine şandin.
Ji alîyê din ve ji alîyê Nûnertîya Karên Ewlekarîyê ya Serokkomarîyê ve jî 15 milyon lîre hatine şandin.