Batman.. di qezayeke trafîkê de 4 kes mirin

Batman
Batman

Diyarbekir (K24) - Li Batmanê di encama qezayeke trafîkê de ku tir û qemyonet li hev ketin, 4 welatiyan jiyana xwe ji dest dan.

Li ser rêya Batman û Hezoyê TIR a ku ji aliyê M.Ş.A yê 45 salî ve dihat ajotin li qemyoneta ji aliyê Medenî Îba yê 52 salî ve dihat ajotin da.

Di encama wê qezayê de, Medenî Îba, Remziya Îba, Neslîhan Îba, Mensûriye Guler ku hemî jî ji heman malbatê ne jiyana xwe ji dest dan.

Ajokarê TIRê piştî qezayê hat dermankirin û paşê jî hat binçavkirin, di derbarê qezayê de lêpirsîn hat vekirin.

Hat zanîn ku Medenî Îba û Remziye Îba ji bo ku biçin daweta keça xwe ber bi Nisêbînê ve bi rê ketibûn.

Fly Erbil Advertisment