Macron: Em bi Kurdên Sûriyeyê re dilsoz dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fransayê Emmanuel Macron piştrastiyê dide Kurdên Rojavayê Kurdistanê û dibêje, ew li Sûriyeyê pişta xwe nade wan.
Serokê Fransayê Emmanuel Macron îro 6ê Çile di civîna salane ya balyozên Fransayê de li ser rewşa niha ya Sûriyeyê, şerê Xezzeyê, şerê Rûsya û Ukraynayê û gelek mijarên din axivî.
Macron tekez kir: “Em pişta xwe nadin Kurdên Sûriyeyê û em bi wan re dilsoz dibin.” Herwiha got: “Kurd rûbirûyê grûpên terorîst bûne, bi taybetî rêxistina terorîst a DAIŞê.”
Derbarê pêkanîna hikpmeta nû ya Sûriyeyê de jî Macron got: “Fransa dê ligel Sûriyeyê di proseya veguhêz a demdirêj de be, ji bo avakirina Sûriyayeke azad û serwer ku rêzê li cihêrengiya xwe ya etnîkî, siyasî û mezhebî bigire.”
Serokê Fransayê derbarê pêwendiyên bi Îranê re got: “Îran ji bo Fransa, Ewropa û tevahiya herêmê kêşeyeke stratejîk û ewlekarî ya mezin e.”