Bakurê Kurdistanê.. Xebatên ramalîna berfê li 264 rêyan tên kirin

Diyarbekir (K24) - Tîmên Ramalîna Berfê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê piştî barîna berfê ya zêde ya li bejahiyê çalakî pêk anîn, û ji bo vekirina rêyên tax û gundan ên girtî dest bi xebatê kirin.

Xebatên ramalîna berfê li 264 rêyên niştecihbûnê tên kirin, ku di nav de 82 tax û 182 gundik piştî barîna berfê ji çûnûhatinê re hatin girtin û xebatên vekirina wan rêyan berdewam dikin.

Tîmên Ramalîna Berfê yên girêdayî Serokatiya Daîreya Çêkirina Rê û Temîrê ya Şaredariya Bajarê Mezin, piştî barîna berfê ku li navçeyên bejahiyên bajêr bi bandor bû, dest bi xebatê kirin.

Tîmên Ramalîna Berfê ji bo vekirina wargehên ku ji trafîkê re hatine girtin bi lez dixebitin, gelek wesayît û welatiyên ku li ser rêyan asê mabûn jî rizgar kirin.

Hejayê gotinê ye ku li bajarên din ên Bakurê Kurdistane jî kar û xebatên ji bo berfê tesîreka nebaş li welatîyan nekê berdewam in.

 
Fly Erbil Advertisment