Mesrûr Barzanî tevlî behiya Pêşmergeyê dêrîn Hacî Mîrxan Dolemerî bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tevlî behiya Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê û helgirê medalyaya Barzaniyê Nemir Hacî Mîrxan Dolemerî bû, û wekî rêzgirtinek amaje da rol û xebata Xudêjêrazî.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 23.03.2025) li Pîrmamê tevlî behiya kesatî û Pêşmergeyê her du şoreşên Îlon û Gulanê Hacî Mîrxan Dolemerî bû.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di nav behiyê de wekî rêzgirtinek amaje da rol û xebata Xudêjêrazî, serexweşî li malbata wî kir û hêvî kir ku Xudayê mezin wî bibehişta berîn şa bike û sebir û hedarê bi kesûkarên wî bide.