Li Parlamentoya Danîmarkayê Newroz hat pîrozkirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Nêzîkî 200 Kurdan doh li parlamentoya Danîmarkayê Newroz pîroz kir. Sê wezîrên Danîmarkî jî Newroza kurdan pîroz kirin.
Çalakî ji aliyê rojnameger Denîz B. Serinci ve hat lidarxistin. Deniz B. Serinci bi kurdî û danîmarkî xêrhatina mêvanan kir û bi kurtasî behsa pirtûka xwe ya zarokan a bi navê “Kurdî hîn bibe” kir.
Wî got, "Li Iraq, Sûriye, Îran û Tirkiyeyê mîllet ji ber nivîsandina pirtûkên hînbûna kurdî ketin zindanan. Li Danîmarkayê wezîr ji ber pirtûka min a kurdî pîrozbahiyê li min dikin."
Serinci her wiha berdewam kir, "Ev qas sal in em li gelek dewletan ji ber pîrozkirina Newrozê tên kuştin. Li vê derê li Danîmarkayê li cihê herî bi navûdeng, ango parlamentoyê em ji aliyê wezîran ve tên pîrozkirin."
Wezîrê Zarok û Perwerdeyê Matthias Tesfaye silavek nivîskî şand.
Tesfaye nivisî, ”Newroz hatina biharê ye. Ew ronahî ye li dijî tariyê ye. Hêvî û destpêkeke nû ye. Newroz cejna civakî, azadî û berxwedanê ye. Ev nirxên girîng in. Bi taybetî di demeke wisa de ye ku li gelek deverên cîhanê rêgezên demokratîk tên astengkirin. Di van deh salên dawî de gelek Kurd hatine Danîmarkayê. Ji ber vê yekê, çand û dîroka kurdan bûne beşek ji Danîmarkayê ye jî. Ez gelek kêfxweş im ji ber wan Kurdên Danîmarkî me ku bi awayekî erênî kar dikin ji bo civakê. Cejna Newrozê pîroz be û bibe wesîleya hêvî, xweşî û bextewariyê ji her kesî re.”
Wezîrê Dadê Peter Hummelgaard (S) silavek vîdyoyî şand. Wî got, “Newroza hemû Kurdan pîroz dikim. Hêvî dikim Newroz bibe wesîleya pêşerojeke bi kêfxweşî û aştî bo hemû Kurdan li cîhanê.”
Kurdistaniyan dema ji Parlamentoyê derketin, bi Wezîrê Karên Derve Lars Løkke Rasmussen (Çep) re hatin cem hev, wî jî Newroz li wan pîroz kir.
Di pîrozkirina Newrozê de endamên meclîsê Karsten Hønge, Jan Jorgensen, Mette Reissmann, Zenia Stampe, Pelle Dragsted, Lasse Haugaard Pedersen, Jens Joel û her wiha endamên Parlamentoya Ewropayê, Per Clausen û Wezîrê Karên Derve yê berê Villy Søvndal axivîn. Wekî din, parlementerê berê Lars Aslan Rasmussen (S) û serokê Komîsyona Muhasebatên Dewletê Serdal Benli (SF) axivîn.
Stranbêjê Danîmarkî-Kurdî Tobias Rahim û ekîba wî jî silavek nivîskî şand.
Roya Aljojo, jineke Kurda Danîmarkî, çîroka hesinkar Kawa û serhildana wî ya li dijî zalim Dehak vegot.
Banaz Ceza keça dengbêja navdar Heme Ceza helbestên bavê xwe yên li ser Newrozê xwendin.
Paşê dengbêjê navdar Bengîn Efrînî hat û bi çend stranên bi kurdî şahî kir.
Herî dawî jî ekîba govendê Koma Ava bi govendên xwe coş kir.







