Geştyareke Bexdayê: Ez êdî tenê têm Kurdistanê, deverên geştyarî yên xeyalî hene

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi dehan hezar keştyaran serdana deverên geştyarî yên Dukanê kiriye. Geştyarek dibêje, “Ev cara yekê ye ku ez têm Herêma Kurdistanê, min bawer nedikir cihên geştyarî yên vê derê ev qas xweş bin.”
Her sal di bêhnvedanên cejna Remezanê de, hejmareke zêde ya geştyaran ji navxweya Îraqê û heta ji derveya Îraqê jî serdana deverên geştyarî yên Herêma Kurdistanê dikin.
Dayika Reyanî ji Bexdayê bi malbata xwe re hatiye Qezaya Dukanê li parêzgeha Silêmaniyê, li ser ava zelal a Dukanê ji bo danê nîvroyê masî danan ser pelan û pêkve xwarin.
Dayika Reyanî ji Peyamnêrê K24ê Aras Emîn re got, “Ez ji taxa Mensûreyê ya Bexdayê hatime, ev cara yekê ye ez têm Dukanê û Herêma Kurdistanê bi awayekî giştî. Ez şok bûme, ev devereke gelek xweşik û balkêş e. Em gelek dilxweş in. Serederiya xelkî û astê xizmetkariyan jî gelek baş e.”
Dayika Reyanî tekez jî kir, “Me biryar daye ku ji niha pê ve di hemî bêhnvedanan de em bên deverên geştyarî yên Herêma Kurdistanê, çima em biçin cihên din? Ji vê derê xweştir bi dest me nakeve. Bi rastî cihên geştyarî xeyalî ne.”
Gelek ji wan geştyarên ku ji bo bêhnvedana cejna Remezanê hatine deverên geştyarî yên Herêma Kurdistanê şêniyên bajarên naverast û başûrê Îraqê ne.
Birêvebera Geştyariya Dukanê Rêjîn Reûf jî ji K24ê re ragehand, “Ji ber ku bêhnvedana cejna Remezanê îsal heft roj e, em pêşbînî dikin ku di rojên cejn de 150 hezar geştyar serdana deverên geştyarî yên Dukanê bikin. Ew hejmar jî 20% ji wan geştyarên ku di bêhnvedanên cejna sala borî de hatibûn Kurdistanê zêdetir e.”
Rêjîn Reûf tekez jî kir, “Ji aliyekî din ve jî neseqamgiriya rewşa ewlehiyê ya welatên deverê bandoreke erênî li ser hatina geştyaran ji bo deverên geştyarî yên Herêma Kurdistanê û xasma jî devera me hebûye.”
Ji bo wê hejmara zêde ya geştyaran ku hatine Silêmaniyê û deverên geştyarî yên Dukanê, pilaneke baş hatiye danan ji bo ku geştyar bikarin di rewşeke tena û aram û dûrî arêşeyan de demên xwe derbaz bikin.