Geştyarên Newrozê yên Kirmaşanê ji sedî 25 zêde bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Giştî yê Mîrata Kulturî û Geştiyariyê ya Kirmaşanê Daryûş Fermanî ragihand, ji 17ê Adarê heta 2ê Nîsanê, zêdetir ji 1.7 milyon geştiyarên Newrozê serdana cihên şûnwarî yên parêzgeha Kirmaşanê kirine.
Daryûş Fermanî ji medyaya Îranê re ragihand, hatina geştyaran li gorî heman heyama sala borî, ji sedî 24.4 zêde bûye. Piraniya wan serdanaa cihên şûnwarî yên Daristana Bêstûn, Taqusan, Perestgeha Anahîta, Tekeya Bêglerbeg û Tekeya Mu'aunmulkiyan kirin.
Diyar kir jî, di nava du hefteyan de 234 hezar û 162 geştiyaran serdana şûnwarên dîrokî kirine û li gorî par, rêjeya hatina getyaran ji sedî 32 zêde bûye.
Daryûş Fermanî diyar kir jî: “Di vê heyamê de, ji sedî 99.2 hotêl, motel û mêhvanxaneyên Kirmaşanê tijî geştiyar bûne.”
Li parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê 4200 şûnwarên dîrokî ku beşek ji wan niha ji aliyê UNESCO ve nehatine tomarkirin. Yên herî diyar jî, Taqî Gera, Perestgeha Îshaq Wend, Parka Şaxawî, Gola Nîlofer, Hersîn, Kela Qorî û Şikefta Perwa ku salane geştyarên biyanî serdana wan dikin.