Erdhejek bi hêza 3.1 pilyan li Zaxoyê rû da

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Giştî ya Keşnasî û Erdhejan a Iraqê ragihand, erdhejek li nêzîkî Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hat tomarkirin

Desteya Giştî ya Keşnasî û Erdhejan a Iraqê îro 13ê Nîsanê di daxuyaniyekê de got, erdhej bi hêza 3.1 pileyan li gorî pîvana Richterê bû û 37 kîlometre dûrî navenda Zaxoyê rû da.

Li gorî daxuyaniyê, erdhej ji aliyê xelkê bajêr ve bi astên cuda hatiye hîskirin. Lêbelê, heta niha ti agahî li ser ziyanên canî û madî nehatine dayîn.

 
Fly Erbil Advertisment