Li Wanê ji ber berfê rêyên 21 tax û 19 gundan hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji ber barîna berfê û ji bo vekirina rêyên 21 tax û 19 gundan ku piştî barîna berfê ji bo çûnûhatine hatin girtin, xebatên vekirina rêyan bênavber berdewam dike.

Li Wanê barîna berfê ya di meha Nîsanê de, bandoreke neyînî li jiyana hin gundan kir. Barîna ku li navenda bajêr bi şilope bi bandor bû, li gundan jî ba û berfê bandora xwe zêde kir. Herwiha rêyên gelek tax û gundan ji bo çûnûhatine hatine girtin. 

Tîmên Serokatiya Daîreya Çêkirina Rêyan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ji bo ku welatî li ser rêyên girtî rastî astengiyan ​​neyên, bênavber dixebitin.

Ji ber barîna berfê ku ji bo vekirina rêyên 21 tax û 19 gundan karên tîmên Şarederiya Bajarê Mezin a Wanê berdewam dikin.

Li Bakurê Kurdistanê, bi teybet jî li herêma Serhedê barîna berfê di meha Nîsane de bandoreke neyînî li jiyana welatiyan kiriye û ji ber qeşayê jî gelek darên fekî zirar dîtine. 

 
Fly Erbil Advertisment