Pizişkiyan li ser danûstandinên bi Amerîkayê re: Ne geşbîn û ne jî reşbîn in

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Îranê derbarê danûstandinên welatê xwe yên li gel Amerîkayê de ragihand, ew ne geşbîn û ne jî reşbîn in, lê li ser bingeha parastina berjewendiyên xwe, amade ne li gel Amerîkayê li hev bikin.
Serokê Îranê Mesûd Pizişkiyan îro 21ê Nîsanê di daxuyaniyeke rojnamevanî de ragihand: “Di çarçoveya parastina berjewendiyên welatê me de, em amade ne li gel Amerîkayê li hev bikin.”
Derbarê danûstandinên welatê xwe yên li gel Amerîkayê de got: “Em ne geşbîn in, ne jî reşbîn in, eger Amerîka li ser bingeha wekheviyê danûstandinan neke, wê demê em ê li ser rêya xwe berdewam bikin.”
Serokê Îranê tekez kir jî, ew naxwazin li gel ti aliyekî bikevin nav kêşeyan, lê stemkarî û destdirêjiyê ji kesî qebûl nakin.
Herwiha got jî: “Dijminan hewl da bi terorkirina kesên zanistî, çandî û akademîk ziyanê bigihînin gelê me û samanê me.”
Hevdem jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump îro derbarê civîna şanda welatê xwe li gel Îranê de ragihandibû, “Civîneke me ya gelek baş li gel Îranê hebû.”
Duh Şemiyê, şanda Îranê bi serokatiya Ebas Araqçî li gel şanda Amerîkayê bi serokatiya Nûnerê Taybet ê Trump bo Karûbarên Rojhilata Navîn Steve Witkoff li nav Balyozxaneya Omanê li Roma paytexta Îtalyayê, gera duyemîn a danûstandinên xwe pêk anîbûn.