Di erdheja Stenbolê de 151 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Deryaya Marmarayê nêzîkî Stenbolê, bi pileyên 6.2 û 5.9 du erdehejên mezin rû dan. 151 kes birîndar bûn.
Saziya Karesat û Hawarçûna Lezgîn ya Tirkiyeyê (AFAD) ragihand, di nava Derya Marmarayê de mezintirînên wan 6.2 û 5.9, zêdetirî 50 erdhejan rûdane. Mezintirîn erdhej 6.2 ye û 13 çirkeyan berdewam bûye.
Parêzgarê Stenbolê ragihand, di erdhejê de 151 kes birîndar bûne ku piraniya wan xwe ji pencereyên avahiyan avêtine xwarê.
Parêzgarê Stenbolê herwiha got, dibistan û zanîngeh û hemû dezgehên perwerdeyê, du roj girtî dimînin û bêhnvedan hatiye ragihandin.