Erdhejê nirxê tikêtên balafira Stenbol - Enqereyê 10 carî girantir kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Erdheja Stenbolê ya bihêz nirxê tikêtên balafiran ên Stenbol - Enqereyê 10 carî girantir kiriye.

Peyamnêrê K24ê li Stenbolê Mirad Ekinci got, “Nêzî 200 erdhejan li dû erdheja bihêz a duhî (Çarşem, 23.04.2025) li Stenbolê çê bûne, ku hêza heşt ji wan ji çar pileyên Rêxterê zêdetir bûye.”

Mirad Ekinci amaje jî da, “Ji ber wê erdhejê, li Stenbolê û sê bajarên din ên Tirkiyeyê ku welatiyan hest pê kiribû, bêhnvedana fermî hatiye ragehandin.” Herwesa got, “Ji ber tirsa dubare qewimîna erdhejê, şevêdî hejmareke zêde ya welatiyên Stenbolê li nav park û mizgeftan nivistine û venegeriyane malên xwe.”

Navbirî eşkere jî kir, “Her ji ber tirsa dubare qewimîna erdhejê, hejmareke zêde ya welatiyên Stenbolê çûne cem kesûkarên xwe li bajarên din ên Tirkiyeyê. Vê yekê jî nirxê tikêtên geştên asmanî yên navbera Stenbol û Enqereyê ji 30 dolaran bo 300 dolaran bilind kiriye.”

Nêzî seet 01:00 ê piştî nîvroya duhî (Çarşem, 23.04.2025) çar erdhejên bihêz parêzgeha Stenbolê hejand, ku ya herî bihêz bi pileya 6.2 pileyên Rêxterê bû. Ew her çar erdehej jî bi kûrahiyên cuda li deryaya Mermereyê hatine tomarkirin.

Parêzgerê Stenbolê di ragehandinekê de amaje da ku, 151 welatî ji ber hejiyanê û xwehavêtina ji avahiyan di dema erdhejê de birîndar bûne, lê metirsî li ser jiyana wan nîne.

 
Fly Erbil Advertisment