Eshed Şeybanî: Em pêşwaziya biryara Brîtanyayê dikin

Eshed Şeybanî
Eshed Şeybanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezîrê Derve yê Sûriyeyê dibêje, “Em spasiya Brîtanyayê dikin ku ew sizayên di serdema Beşar Esed de li ser Sûriyeyê hatibûn sepandin rakirin.”

Wezîrê Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî îro (În, 25.04.2025) li ser tora civakî ya Xê wekî peyama fermî ya welatê xwe spasiya Brîtanyayê kir, ku ew sizayên di serdema Beşar Esed de li ser Sûriyeyê hatibûn sepandin rakirine, tevî hemî wan berbestên ku di rêya kertên serekî yên jiyanê de hatibûn danan.

Eshed Şeybanî amaje jî daye, “Ew biryara Brîtanyayê pêngaveke serekî ye ji bo çaksaziyê di jêrxaneyê de û dabînkirina ewlehiyê, piştî 14 salên nexweşiyên xelkê Sûriyeyê.”

Navbirî herwesa di pareke din a peyama xwe de nivîsiye, “Xelkê Sûriyeyê hejî wê yekê ye ku tamê ji jiyaneke bi serfirazî bibîne.” Tekez jî kiriye, “Em dê li ser xizmetkirina gel û welatê xwe berdewam in.”

Hikûmeta Brîtanyayê duhî (Pêncşem, 24.04.2025) ragehand ku, hemî sizayên li ser Wezareta Bergiriyê û Wezareta Navxwe yên Sûriyeyê rakirine, ku di dema desthilata Beşar Esed de li ser wî welatî hatibûn sepandin.

Hikûmeta Brîtanyayê eşkere jî kiribû ku, sizayên li ser samanên darayî yên wan her du wezaretan û hejmareke dezgehên hewalgirî yên Sûriyeyê rakirine.

 
Fly Erbil Advertisment