Du erdhej li rojavayê Tirkiyeyê çê bûn

Navenda Nûçeyan (K24) - Du erdhej li serê sibeha îro li parzgeha Kutahyayê ya Tirkiyeyê çê bûn. Li dû zanyaran, çi zirarên canî nebûne.

Du erdhejên yek li dû yekê li ser sibeha îro (În, 25.04.2025) komelgeha Sîmavê ya parêzgeha Kutahyayê hejand. Erdheja yekê bi hêza 4.5 pileyên Rêxterê li seet 7:23 û erdheja duyê jî bi hêza 3.9 pileyên Rêxterê li seet 7:29 çê bû.

Li dû zanyaran, erdheja yekê bi kûrahiya 8.81 û erdheja duyê jî bi hêza 11.61 kîlometiran çê bûye.

Her li dû zanyarên navenda erdhejzaniyê (AFAD), wan her du erdhejan çi zirarên canî û çi metirsî nebûne.

Nêzî seet 01:00 ê piştî nîvroya duhî (Çarşem, 23.04.2025) çar erdhejên bihêz parêzgeha Stenbolê hejand, ku ya herî bihêz bi pileya 6.2 pileyên Rêxterê bû. Ew her çar erdehej jî bi kûrahiyên cuda li deryaya Mermereyê hatine tomarkirin.

Parêzgerê Stenbolê di ragehandinekê de amaje da ku, 151 welatî ji ber hejiyanê û xwehavêtina ji avahiyan di dema erdhejê de birîndar bûne, lê metirsî li ser jiyana wan nîne.

 
Fly Erbil Advertisment