Bayram Bozyel: Ji bo azadiya gelê me li Rojava derfetên dîrokî derketine holê

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) serkeftina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê pîroz dike û spasiya Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî ji bo rola wan a serxistina konferansê dike.
Bi beşdariya nêzîkî 50 partiyên siyasî yên Kurd û saziyên civaka sivîl yên Rojavayê Kurdistanê, duh 26ê Nîsana 2025an Konferansa Yekhelwesta Kurd li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin.
Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel îro 27ê Nîsanê bi daxuyaniyekê serkeftina Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê pîroz kir û evê li jêr deqa wê ye:
“Di encama geşedanên dawî yên li Rojhilata Navîn û têkoşîna bi biryar a gelê me, ji bo azadiya gelê me li Rojava derfetên dîrokî derketine holê.
Ji bo sûdwergirtina ji van derfetên dîrokî, hewldanên yekîtîyê demek dirêj e li Rojava berdewam dikin. Di encama van hemû hewlên yekîtîyê, di 26ê Nîsanê de li Qamîşlo konferansek neteweyî ku hemû partîyên Kurdî beşdar bûn, hate lidarxistin.
Di vê konferansê de, belgeyeke nêrîna hevpar a derbarê pêşeroja gelê Kurd de hat pejirandin û biryar hat dayîn ku şandeyeke hevbeş ji bo danûstandinên bi Şamê re were hilbijartin. Ev hemû pêşketin gavên dîrokî ne jibo azadiya gelê me. Em hemû aliyan, bi taybetî Mesût Barzanî û Mazlum Abdî, ku alîkarê vê pêvajoyê bûn, pîroz dikin û spasiya wan dikin.
Ev gavên ku li Rojavayê Kurdistanê têne avêtin ne tenê rêya azadiyê ji bo Kurdan vedikin, lê di heman demê de dê rêya avakirina Sûriyeyek demokratîk û piralî jî veke.
Bêguman her destkeftiyek li Sûriyeyê were bidestxistin, di heman demê de dê li Tirkiyê têkoşîna gelê Kurd ji bo maf û azadiyan jî bihêztir bike. Li gelê me pîroz be.”