Li Xarpêtê erdhejek çê bû

Diyarbekir (K24) - Rêvebirîya Rewşa Awarte û Felaketê (AFAD) ragihand ku, li Xarpêtê bi hêza 4.9 erdhej çêbûye.
AFAD’ê ragihand ku, erd di saet 21.09ê li Xarpêtê hejîye û kûrahîya wê heta 11 kîlometreyan çûye.
Herwesa hat ragihandin ku, erdhej li Dîyarbekirê û hinek bajarên deverê û li herêmê hatiye hîs kirin.