Koçerên Mêrdîn û Diyarbekirê gehiştin zozanên Mûşê

Navenda Nûçeyan (K24) - Koçerên Mêrdîn û Diyarbekirê berî mehekê bi pêyan û dewaran ji bo zozanên Bakurê Kurdistanê keftibûn rêyê, û îro gehiştin zozanên Şenyaylaya Mûşê.

Koçer tenê naçin zozanên parêzgeha Mûşê, belkî diçin zozanên parêzgeha Wanê û Hekarî jî ku cihekî giring ê xwedîkirina pezî ye. Ew cih di werzê havînê de hembêza xwe ji bo gelek malbatên koçer û bi hezaran giyaneweran vedikin, ku ji deverên gerim berê xwe didin wan deran.

Her sal piştî meha Adarê, xwediyên pez û giyanerwerên din ên Diyarbekir û Mêrdînê ber bi deverên hûnik û kesk ve diçin, ev jî ji ber hebûna keşûhewayekî guncayî û hebûna pezçerên baş ji bo giyaneweran e.

Koçer giyanewerên xwe li zozanên bi xêr û bêr diçerînin û paştir dest bi dotina wan dikin, li werzê havînê şîrekî zêde bi dest xwediyên pezî dikeve, ku dikin penîr û rûn û gelek berhemên din.

Welatî tenê şîr û penîr û rûnî ji xwediyên pezî nakirin, belkî hejmareke zêde ya xwediyên kargehên şîremeniyan ên Tirkiyeyê jî şîr û rûnên xwemalî ji wan dikirin.

Ji wan malbatên ku diçin zozanan, hejmareke mêrên wan çend rojan zûtir diçin ji bo ku cihekî baş amade bikin û reşmalên xwe lê vedin.

Koçer piştî nêzî pênc mehan li nîva meha Îlonê kelûpelên xwe li pişta dewarên xwe dikin û ber bi Mêrdîn û Diyarbekirê bi rê dikevin, nêzî mehekê bi rêyê ve dimînin û di dema vegeriyanê de di Batman û Sêrtê re derbaz dibin.

 

 
Fly Erbil Advertisment