Otel û motelên Dihokê tijî geştyar bûne

Dihok
Dihok

Navenda Nûçeyan (K24) - Di pênc salên borî de li parêzgeha Dihokê zêdetirî 30 projeyên geştyariyê hatine çêkirin, herwesa 13 hezar derfetên karî jî ji bo ciwan û welatiyên wê parêzgehê hatine afirandin.

Serokê Tayê Dihokê yê Komeleya Otel û Motelan Îhsan Mihemed îro (Pêncşem, 5ê Hezîrana 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Lijneyên Desteya Geştyariyê bi hevahengiya komeleya me berdewam hemî yekîneyên geştyarî û cihên vehewiyanê dişopînin.”

Îhsan Mihemed herwesa got, “Em pêşbînî dikin ku îsal di demsala havînê de hejmareke zêde ya geştyaran serdana parêzgeha Dihokê bike û ev jî derfeteke baş ji bo çêkirina livîneke baş a aborî ji ber geştyaran peyda dike.”

Xwediyên komelgehên geştyariyê yên Dihokê jî ji Kurdistan24ê re got, “Bi helkefta Cejna Qurbanê, cihên vehewiyana geştyaran tijî bûne û me hemî amadekariyên xwe kirine da ku, geştyar û mêvanan bi awayekî herî baş pêşwazî bikin û piraniya geştyaran ji jêrî û naverastên Iraqê ne.”

Di pênc salên borî de zêdetirî 30 projeyên geştyariyê li parêzgeha Dihokê hatine çêkirin.

Li gorî şopandina Kurdistan24ê, %90 ya otel, motel û projeyên geştyarî tijî geştyar bûne û mehane nêzîkî heft cihên nû ji bo geştyaran tên vekirin, ku ev yek jî bûye sedema peydabûna 13 hezar derfetên karî ji bo ciwan û welatiyên wê parêzgehê.

Li parêzgeha Dihokê 160 otel, motel û cihên veheweiyana geştyaran hene û salane zêdetirî 20 cihên veheweiyanê yên girêdayî geştyaran li wê parêzgehê tên çêkirin.

 
Fly Erbil Advertisment