Diyarbekir.. agir berbû avahiyekî, qurbanî hene

Diyarbekir
Diyarbekir

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Dîyarbekirê di avahiyeke 13 qatî de şewat derket, di encamê de 3 kes mirine ku 2 ji wan zarok in.

Li navçeya Kayapinarê ya Dîyarbekirê, di avahiyeke 13 qatî de şewat derket. Waliyê Dîyarbekirê Murat Zorluoglu jî ragihand ku, di encama wê şewatê de 3 kes mirine ku 2 ji wan zarok in.

Hejayê gotinê ye ku, gelek welatî ji ber dûyê jehrî ketine Her di wê Şewat de, nezî 20 kesan jî birîndar bûn.

Hat zanîn ku şewat li tebeqeya 2. de ji ber elektrîkê derketiye û kesên mirîn jî ji ber dukelê fetisîne.

Li gorî agahiyên welatiyên di wê avahiya şewitî de dijîn, tîmên agirkuj di mudaxaleyê de lawaz mane.

 
 
Fly Erbil Advertisment