Di Cejna Qurbanê de zêdetirî 60 hezar geştiyaran serdana Dihokê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Di rojên Cejna Qurbanê de, zêdetirî 60 hezar kesan serdana cihên geştiyarî yên parêzgeha Dihokê kiriye.

Rêveberê Giştî yê Geştiyariyê yê Parêzgeha Dihokê Xeyrî Elî ji Kurdistan24ê re ragihand, "Ji 04 heta 08ê Hezîrana 2025ê, ji ber bêhnvedana Cejna Qurbanê, zêdetirî 60 hezar geştiyaran serdana cihên geştiyarî yên parêzgeha Dihokê kiriye.”

Xeyrî Elî amaje jî da, "Lijne li zalgeh û deriyên Dihokê berdewam di xizmeta wan geştiyaran de bûn û bi gul û şirîniyan pêşwaziya wan kir, çi li Amêdiyê be, çi li Akrê be, çi li Şêxanê be, çi jî li navenda qezaya Dihokê be, da ku rûyê xweşik ê parêzgeha Dihokê nîşan bidin."

Li gorî Rêveberê Giştî yê Geştiyariyê yê Parêzgeha Dihokê, "Hatina geştiyaran dibe sedema wê yekê ku jêrxaneya aborî xurt bibe û derfetên karî ji bo welatiyên Dihokê çê bibin."

Li parêzgeha Dihokê zêdetirî 900 deverên geştiyarî û zêdetirî 250 cîhên geştiyarî yên xwezayî jî hene.

 
 
Fly Erbil Advertisment