Xanenişînên li Stenbolê ji ber bihabûna xercên geştê, rojên cejnê li parkan derbas kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê bimilyonan xanenişîn ji ber bihabûna xercên geştê û rêwitiyê cejnê an li mala xwe an jî li parkan derbas kirin û nekarîn biçin li cem kesûkarên xwe yên dervayî bajêr. Hin xanenişîn diyar dikin ku, cejn cejna qurbanê bû lê bihêlin ew qurbanek bidin, wan tama goştî jî her jibîr kirine. Hin xanenişîn jî xembar in ku nekarîne xelateka cejnê bidin neviyên xwe. 

Di Cejna Qurbanê de bimilyonan welatî ji Stenbolê çûn cem kesûkarên xwe yên dervayî bajêr lê xanenişînan ji ber bihabûna xercên geştê û nebûna pareyê cejna xwe an li malan an jî li parkan ku rawestgeha wan a berdewam e derbas kirin.

Xanenişînek dibêje xercên rêwîtiya wî ya bo bajarekî din zêdetir e ji nivê mûçeya wî û ji ber vê xemê û xema ku ew nikare xelateka cejnê jî bide neviyên xwe bi neçarî li Stenbolê maye. 

Xaneşînek dibêje: “Ji ber ku hem mûçeya me kêm e, hem jî xercên geştan giran in, em ji Stenbolê derneketin. Bihêlin ku em ji Stenbolê derkevin, em nikarin ji mala xwe jî derkevin derve bi dilê xwe tiştek bikirin an jî bixwin. Em êdî nikarin henase jî bistînin. Xanenişîn êdî mirin mirin. Em ne di xema çi kesî de ne. Em dê bi 14 hezar û 500 lîreyan çi bikin. Em nikarin tiştek jî bikin. Gelek zehmet e gelek.”

Hin xanenşîn jî didin zanîn ku, mûçeya wan pêştir sê qat zêdetir bû ji mûçexwarên mûçeya herî kêm lê niha ew ji wan kêmtir werdigrin. Wan ne karîne di cejnê de qurbanek serjê bikin ne jî karîne goşt bikirin. Cejnê li mala xwe bi xema debara jiyanê û bi dilekî şikestî pêşwazî kirine. 

Xaneşînekî din got: “Em di cejnê de li mal bûn. Vaye wekî niha em carna derketin parkan. Ma cejin maye ji me re. Çi cejin nemane. Beriya 20 salan cejin hebûn û xweşbûn. Ez 67 salî me û min di jiyana xwe de cejneke wiha xirab û tije hejarî nedît.”

Xaneşînek jî dibêje “Em nikarin li mal bimînin. Xanima min tiştek dixwaze ez nikarim bikirim. Daku gazinda wî nebihîzim têm vê parkê rutinim. Wiha nabe. Divê ev hikûmet an mûçeya me zêde bike an jî biguhere. Wekî din çi çare nîne. “

Li Tirkiyeyê mûçeya herî kêm a xanenişînekê 14 hezar û 469 lîre, ango 370 dolar e. Digel hemû bang û hêviyan mûçeya wan di asta pêwîst e nayê zêdekirin û ev çend sal in her di bin asta birçîbûnê de dimîne.

 
Fly Erbil Advertisment