Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li her du yaneyên Dihok û Zaxoyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pîrozbahiyên germ li yaneyên Zaxo û Dihokê kir û serkeftina wan a dîrokî ya gihiştina fînala Kûpa Iraqê wek "destkefteke mezin" û "şanaziyek ji bo tevahiya Kurdistaniyan" bi nav kir.
Serokwezîrê Mesrûr Barzanî îro 13ê Tîrmehê piştî serkeftina dîrokî ya tîmên Zaxo û Dihokê peyameke pîrozbahiyê li ser tora civakî ya “X” belav kir û tê de got: "Bi boneya gihiştina fînala Kupa Iraqê, pîrozbahiyên herî germ li her du yaneyên futbolê yên Dihok û Zaxoyê dikim. "
Herwiha got: “Ev destkefteke mezin e ku şiyan û behremendiya ciwanên me nîşan dide û ji bo tevahiya Kurdistaniyan şanaziyeke mezin e. Hêviya min serkeftina we ye."
Serkeftina dîrokî ya tîmên Behdînanê
Ev peyama pîrozbahiyê piştî wê hat ku her du yaneyên ji devera Behdînanê, karîn tîmên herî bihêz ên Iraqê ji pêşbirkê derxin.
Tîma Dihokê di lîstika nîv-fînalê de bi encameke berçav a (3 – 1) li hemberî yaneya Quwa Cewiyeyê, ku cîgirê şampiyonê par bû, bi ser ket. Yaneya Zaxoyê jî piştî lîstikeke bê gol, bi lêdanên penaltiyan (4 – 3) yaneya Şurteyê, ku şampiyona par bû, têk bir û şand malê.
Fînaleke Kurdewarî û şampiyoneke nû
Bi vê encamê, cara yekem e di dîroka Kûpa Iraqê de, her du yaneyên fînalîst ji Herêma Kurdistanê ne. Ji ber ku heta niha ne Zaxo û ne jî Dihok ev nasnav bidest nexistine, di werzê 32emîn ê kûpayê de dê şampiyonek nû derkeve holê.
Yekîtiya Futbolê ya Iraqê heta niha dema fînalê bi awayekî fermî diyar nekiriye, lê tê payîn ku lîstik roja 16ê Tîrmehê li paytext Bexdayê bê lîstin.