Lîga Stêrkên Iraqê nayê paşxistin
Lîga Stêrkên Iraqê dê ji navê “lîga herî dirêj a cîhanê” rizgar bibe

Navenda Nûçeyan (K24) - Federasyona Futbolê ya Iraqê roja lidarxistina gera yekê ya Lîga Stêrkên Iraqê ragihand û tekez jî kir ku ew lîg dê neyê paşxistin, biryar jî hat dayîn ku Cama Super a Iraqê berî destpêkirina vî werzî tê lidarxistin.
Li gorî çavkaniyeke nêzîkî Federasyona Futbolê ya Iraqê ji K24ê re, werzê nû yê Lîga Stêrkên Iraqê dê li roja 13ê vê mehê bê destpêkirin.
Wê çavkaniyê amaje jî da ku, Federasyona Futbolê ya Iraqê dê li roja 10ê vê mehê gera yekê ya wê lîgê diyar bike, di dû re jî dê li roja 12ê vê mehê li Bexdayê pişkkêşan ji bo tevahiya wî werzî bê kirin, ku Serokê La Ligaya Spanyayî Javier Tebas jî dê tevlî wê pişkkêşanê bibe.
Li gorî wê plana ku hatiye danan, ji bo cara yekê di dîroka lîgên Iraqê de, yariyên vê lîgê dê li roja 28/5/2026ê bidawî bên, bi vî rengî jî ew lîg dê ji navê lîga herî dirêj a cîhanê xilas dibe.
Ji aliyekî din ve jî, fikra lidarxistina Cama Super a Iraqê di navbera şeş yaneyan de ji bo vî werzî bi rengekî fermî hatiye hilweşandin û biryar hatiye dayîn ku, berî destpêkirina vî werzê Lîga Stêrkên Iraqê, Cama Super di navbera Dihok a qehremana Cama Iraqê û Şorte ya qehremana Lîga Stêrkên Iraqê de bê lidarxistin.
