Li Raperînê ji ber şewatekê 80 gîsk şewitîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Raperînê amajeyê dide, “Ji ber rûdaneke şewatê li cihekê heywanan ê gundê Baroja Betwateyê, 80 gîsk şewitîn û mirar bûn.”

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Raperînê Elî Qadir îro (Yekşem, 13ê Tîrmeha 2025ê) ji peyamnêrê Kurdistan24ê Aras Emîn re ragihand, “Seet 4 ê vê êvarê, tîmên me hatin haydarkirin ku agir berbûbû cihê heywanan ê welatiyekî li gundê Beroja Betwateyê, ku bû sedema şewitîna 80 gîskan û mirarbûna wan.”

Elî Qadir herwesa got, “Ji bilî şewitîna 80 gîskan, nêzîkî 40 mirîşk û 20 qelan jî şewitîn. Sedema wê şewatê jî girêdana şaş a elektrîka rojê (sîstema enerjiya rojê) bû, ku bû sedema şorta elektrîkê.”

Rêveberiya Bergiriya Şaristanî ya Raperînê daxwazê ji welatiyan dike ku, di rewşên weha de bi lez peywendiyê bi tîmên wan re bikin.

 
Fly Erbil Advertisment