Dihok.. 52 hezar welatî ji projeya Ronakiyê mifadar bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber projeya Ronakiyê, 190 jeneratorên elektrîkê yên taxan li bajarê Dihokê hatine vemirandin. Herwesa biryar e ku heta dawiya vê salê, elektrîka 24-seetî bigihîje tevahiya navenda wî bajarî.
Cîgirê Rêveberê Giştî yê Elektrîka Dihokê Hazim Mihemed îro (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Heta dawiya vê salê, hemî taxên Dihokê dê ji projeya Ronakiyê mifadar bibin.” Herwesa got, "Niha elektrîka 15 taxan bûye 24-seetî."
Cîgirê Rêveberê Elektrîka Dihokê herwesa got, “52 hezar tevlîbûyî li navenda bajarê Dihokê ji projeya Ronakiyê mifadar bûne, ku dibe 45% ya tevlîbûyîyan.”
Welatî û dikandarên Dihokê jî ji aliyê xwe ve amajeyê didin ku, ew kêfxweş in ku êdî dengê jeneratoran nabihîzin û dûmana qirêj a jeneratoran belav nabe.
Herwesa ji 383 jeneratorên taxan, 190 jenerator ji ber projeya Ronakiyê hatine vemirandin.
Li roja 27ê Adara îsal, li her du taxên Serhildan û Berojkê yên parêzgeha Dihokê dest bi bicihanîna elektrîka 24-seetî hat kirin.