Brîtanya: Êrîşên bi dronan ên li ser Kurdistanê zirarê didin aborê Iraqê

Navenda Nûçeyan (K24) - Balyozxaneya Brîtanyayê li Iraqê êrîşên bi dronan ên li ser jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê şermezar dike.

Balyozxaneya Brîtanyayê li Bexdayê îro (În, 18ê Tîrmeha 2025ê) peyamek li ser êrîşên bi dronan ên li ser jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê ji Bexdayê re şand û amaje da ku, armanckirina jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê zirarê dide aborê Iraqê. Daxwaz jî kir ku, hesabpirsîn bi êrîşkeran re bê kirin.

Balyozxaneya Brîtanyayê amaje jî da ku, Brîtanya êrîşên vê dawiyê yên bi dronan li seranserî Iraqê, tevî yên ku vê hefteyê jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê kir armanc, şermezar dike. Herwesa got, “Ev êrîş gefan li silametiya sivîlan dikin, zirarê didin aborê Iraqê û tenahiya Iraqê jî têk didin.”

Balyozxaneya navbirî daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kir ku, rêyê nede ku zêdetir êrîş bên kirin û lêkolîn bi bikeran re bên kirin.

Ev demek e ku êrşên bi dronan li ser jêrxaneya enerjiyê ya Herêma Kurdistanê berdewam in û heta niha ji bilî Şêwirmendê Ewlehiya Niştîmanî ya Îraqê Qasim Arecî ku soza lêkolîna li ser wan êrîşan daye, ti helwesteke fermî ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve nehatiye ragihandin.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed duhî (Pêncşem, 17ê Tîrmeha 2025ê) li ser êrîşên bi dronan bersiva rojnamevanan da û got, “Pir eşkere ye ku dron ji ku tên arastekirin, ku her tim şademarên aborî yên Herêma Kurdistanê dikin armanc.”

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Mixabin êrîşên bi dronan kiryarên teroristî ne, her aliyekê li pişt vê kiryarê be dê şermezar bibe.”

Rêber Ehmed herwesa daxwaz ji hikûmeta federal kir ku, sînorekî ji bo êrîşên bi dronan dane û ew aliyên li pişt wan êrîşan jî bên eşkerekirin û radestî dadgehê bên kirin.

 

 

Fly Erbil Advertisment