Ji ber germa zêde, welatiyên Rihayê berê xwe didin parkan

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Rihayê, ku weke yek ji germtirîn parêzgehên Tirkiyeyê tê nasîn, germahiya hewayê ji 40 pileyî derbas kir. Ji ber vê germa dijwar, welatî ji bo ku xwe hênik bikin berê xwe didin parkan û cihên bi sî.
Di vê çarçoveyê de, li Wêranşerê bûyereke balkêş qewimî. Komek zarokên ku li parkekê dilîstin, dema wesayîta avdanê ya girêdayî Midûriyeta Park û Baxçeyan a Şaredariya Wêranşerê dîtin ku daran av dide, ji tîman xwestin ku wan jî hênik bikin.
Tîmên şaredariyê jî daxwaza zarokan neşikand û bi reşandina avê, kêliyek xweş û hênik diyarî zarokan kir.
Ew kêliyên ku zarok bi qîr û ken di bin ava hênik de direqisîn û dilîstin, bi kameraya telefona destan hatin tomarkirin. Dîmenan careke din nîşan da ku dilxweşî carinan di tiştên herî hêsan de veşartî ye.