Dahata negirêdayî petrolê ya Kurdistanê li hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Federal hat zêdekirin

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê
Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 22ê Tîrmeha 2025ê) di daxuyaniyekê de eşkere kir ku, para Gencîneya Federal ji dahata negirêdayî petrolê ya Kurdistanê li hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Federal hat zêdekirin.

Wezareta Darayî û Aborî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da ku, dahata negirêdayî petrolê ya Herêma Kurdistanê ji bo Gulana 2025ê, ku 120 milyar dînar in, bi awayê kaş li hesabê bankê yê Wezareta Darayî ya Hikûmeta Federal li şaxa Hewlêrê ya Banka Navendî ya Iraqê hat zêdekirin.

Biryar e îro (Sêşem, 22ê Tîrmeha 2025ê) civîneke hevpar di navbera lijneyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de bê lidarxistin, li ser mijara mûçeyan û hinardekirina petrolê û bicihanîna wê peymana ku di navbera her du aliyan de hatiye kirin.

Endama Lijneya Darayî ya Encûmena Nûnerên Iraqê Îxlas Dilemî jî pêştir ji Kurdistan24ê re ragihandibû, “Ew her du lijneyên di navbera hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatine çêkirin dê li roja Sêşemê bicivin û li ser mekanîzma hinardekirina petrolê û dahatên negirêdayî petrolê nîqaş bikin. Piştî hinardekirina petrolê jî, hikûmeta federal dê mûçeyên Gulan, Hezîran û Tîrmehê yên Herêma Kurdistanê bişîne.”

Encûmena Wezîrên Iraqê li roja Pêncşemê (17ê Tîrmeha 2025ê) li ser pirsa petrol û mûçeyên Herêma Kurdistanê civiya û deng bi lihevkirina hevfêmkirinê ya di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de da, ku li gorî wê hevfêmkirinê, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê her mehê 120 milyar dînaran ji dahata negirêdayî petrolê û her rojê jî 230 hezar bermîlên petrolê bide hikûmeta federal.

 
Fly Erbil Advertisment