Agirîn Ebdila: Di kabîneya nehê de 718 projeyên cadeyan bi dahata navxweyî hatine bicihanîn

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Wezareta Avedankirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, “Ji sala 2014ê ve, Hikûmeta Iraqê ti pereyekî kêm jî ji bo projeyên Herêma Kurdistanê terxan nekiriye, zêdetirî 718 projeyên rêyan li ser dahata navxweyî bi zêdetirî yek trîlyon dînaran ji aliyê kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve li deverên cuda cuda hatine bicihanîn.”

Wekîlê Wezareta Avedankirinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Agirîn Ebdila ji Kurdistan24ê re amaje da ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo projeyên cuda cuda û çalakiyên Wezareta Avedankirinê li ser dahata navxweyî di navbera 120 û 130 milyar dînaran de li ser dahata navxweyî terxan kirine.

Agirîn Ebdila herwesa got, “Ji sala 2014ê ve, ti pereyek ji bo projeyên rêyan li Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve nehatiye terxankirin, heta deynên bi rêxistinên navneteweyî re jî. Di qanûna budçeya 2023ê de, benda 5ê ya xala 13ê behsa 9 milyar dînaran tê kirin, deynên projeyên xizmetkarî ne, amaje bi ti pereyekî ji wî pereyî nehatiye kirin ji bo projeyên rêyan li Herêma Kurdistanê. Hemî projeyên rêyan li Herêma Kurdistanê li ser dahata navxweyî hatine bicihkirin. Bexdayê ti Bexdayê ti pereyekî kêm jî ji bo wê yekê dabîn nekiriye ku ji bo tevaya parêzgehên Iraqê dabîn kiriye.”

Navbirî amaje jî da, “Pêdivî ye ku meriv bizane ka çi li dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê tê. Di dema kabîneya nehan de, piraniya projeyên rêyan li Herêma Kurdistanê hatine bicihanîn, ji wan jî 718 projeyên rêyan ku bi nirxa zêdetirî yek trîlyon dînaran e. Her sal di navbera 100 heta 120 milyar dînaran de ji dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê ji bo projeyên rêyan ji budceya veberhênanê hatiye dabînkirin.

Wekîlê Wezareta Avedankirinê herwesa got, “392 projeyên rêyan li ser budceya giştî hatine bicihanîn, ku projeyên piçûk in. Ji bo wan jî, 47 milyar û 152 milyon dînar hatine xerckirin. Her salê heşt milyar dînarên kaş ji bo projeyên rêyan li ser budceya asayî ji dahata navxweyî ya Herêma Kurdistanê hatine dabînkirin.”

Agirîn Ebdila ron jî kir, “Li ser dahata Wezareta Avedankirinê, 233 proje hatine bicihanîn ku her salê bi nirxa 2.5 milyar dînaran bûn. Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji dahata navxweyî her salê 12 milyar dînar ji bo Wezareta Avedankirinê terxan kirine, avedankirin û çarekirina rêyan bi rêya 11 rêveberiyên çarekirina rêyan li seranserî Herêma Kurdistanê, ku ew rêveberî hemî bi dahata navxweyî kar dikin.”

Navbirî amaje jî da, “Projeyên çarekirina amûr û pêdivîtiyan li Wezareta Avedankirinê jî bi zêdetirî yek milyar dînaran tên bicihanîn.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment