Lêkolerekî siyasî: Zêdetir ji 800 endamên PKKê çek danîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Lêkolerekî siyasî dibêje, heta niha zêdetirî 800 endamên PKKê çekên xwe danîne û piraniya wan jî bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne. Herwiha amaje bi wê yekê jî dike, di demeke nêzîk de Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî dê li Enqerê bicivin.
Lêkoler û çavdêrê siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê Ebdulrehîm Semawî îro 24ê Tîrmehê derbarê pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê û mijara çekdanîna PKKê de, bû mêvanê Kurdistan24ê.
Civîna Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera li Enqereyê
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera roja 10ê Adara 2025an li Şamê civiyabûn û peymaneke heşt xalî îmze kiribûn.
Her çend berpirsên siyasî yên Tirkiyeyê dibêjin ku pêvajoya çekdanîna PKKê, çekên HSDê jî li xwe digire, lê berpirsên Rojavayê Kurdistanê vê yekê red dikin û tekez dikin ku banga Ocalan ji bo wan nebûye û ew çekên xwe dananîn.
Lêkolerê siyasî Ebdulrehîm Semawî da zanîn, di çarçoveya danûstandinên pêvajoya aştiyê û aramkirina rewşa Sûriyeyê de, di demeke nêzîk de Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera dê li paytexta Tirkiyeyê, EnqerEYê, bicivin.
Erkê Komîsyona Parlemantoyê ya ji bo Pêvajoya Aştiyê
Biryar e sibe Înê, komîsyoneke parlemantoyê ya Tirkiyeyê taybet ji bo pêvajoya nû ya aştiyê were avakirin. Nûnerên partiyên siyasî di komîsyonê de wiha hatine dabeşkirin: AK Partî 13, CHP 7, DEM Partî û MHP û Yenî Yol her yek 3 û partiyên din jî dê xwedî yek endamî bin.
Li ser erkê vê komîsyonê, Semawî got: "Ew komîsyon bi xwe ti biryaran nade, tenê pêşnûmayên yasayan ji bo civata giştî ya parlemantoyê dişîne, da ku werin pesendkirin."
Li gorî gotinên Semawî, ev pêşnûmayên yasayan dê ji bo van mijaran bin:
- Amadekirina zemînekê ji bo çekdanîna PKKê û vegerandina endamên wê.
- Azadkirina parlamenter û girtiyên siyasî yên Kurd.
- Rêxweşkirin ji bo vegera welatiyên ku ji ber çalakiyên siyasî li derve dijîn.
Çavdêrê siyasî da zanîn jî, di demeke kurt de hemû girtiyên siyasî, di nav wan de Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş, dê werin azadkirin.
"Proseya çekdanîna PKKê berdewam e"
Roja 11ê Tîrmehê, komeke 30 kesî ya PKKê di merasîmekê de li şikefta Caseneyê ya li devera Sûrdaş a parêzgeha Silêmaniyê çekên xwe danîbûn.
Lêkolerê siyasî eşkere kir, di çarçoveya pêvajoya aştiyê de, di bin çavdêriya hikûmetên Herêma Kurdistanê û Iraqê û saziya îstixbarata Tirkiyeyê (MÎT) de, proseya çekdanînê berdewam e û heta niha nêzîkî 830 endamên din li Silêmanî û çend cihên din çekên xwe danîne.
Semawî ew gotegot red kirin ku ew kesên çek danîne vegeriyane çiya û got: "Beşek ji wan kesên ku çekên xwe danîne, serdana Îmraliyê kirine û bi Rêberê PKKê yê girtî Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîne. Herwiha, hevdîtinên rojane di navbera Ocalan û serkirdeyên payebilind ên PKKê yên li Qendîlê de berdewam in û hikûmeta Tirkiyeyê rê ji bo van hevdîtinan xweş kiriye."
Destpêka hewldanên Pêvajoya Aştiyê û xwehilweşandina PKKê
Di Cotmeha sala borî de, ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ve gavek ji bo pêvajoya çareseriyê hatibû avêtin. Ev pêvajo ji aliyê Tirkiyeyê ve wek "Tirkiyeyeke Bêteror" û ji aliyê DEM Partiyê ve jî wek "Pêvajoya aştî û çareserkirina pirsa Kurd" tê binavkirin.
Abdullah Ocalan, di 27ê Sibata îsal de, bi mebesta serxistina pêvajoya çareseriyê, daxwaz ji partiya xwe kiribû ku kongreyê lidar bixe, xwehilweşîne û çekan deyne. PKKê jî di 5-7ê Gulana îsal de, 12emîn kongreya xwe lidar xist û biryara bidawîanîna têkoşîna çekdarî û xwehilweşandinê da.