Pizîşkiyan: Dibe ku şêniyên Tehranê ji ber kêmbûna avê bajarê xwe berdin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan li ser krîza avê ya Tehranê haydarî da û got, “Dibe ku krîza avê 15 milyon şêniyên Tehranê neçar bike ku bajarê xwe berdin”. Ev jî wekî daxuyaniyeke cidî li ser têkçûna rewşa jîngeha wî bajarî tê hesibandin.

Rojnameya Esir Îranê îro (Pêncşem, 24ê Tîrmeha 2025ê) daxuyaniyeke Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan weşand ku tê de gotiye, “Rewş xeternak e, Tehran bê av e.” Amaje jî daye, “Veguhastina paytextî ji bo cihekî din vebijarkek e ku wekî çareseriyek bilez hatiye pêşniyarkirin.”

Ji 31 parêzgehên Îranê, 20 parêzgeh tûşî krîza avê bûne, herwesa hin çavkaniyên avê jî hind e ku hişk bibin.

Ajansa IRNAyê ya fermî ya nûçeyan ragihand ku, yek ji mezintirîn embarên avê yên Îranê dê di çar hefteyên pêş de bi tevahî hişk bibe.

Parêzgarê Tehranê Mihemed Sadiq Motemîdiyan jî duhî (Çarşem, 23ê Tîrmeha 2025ê) ji Ajansa Tesnîmê ya Nûçeyan re ragihand, “Bikaranîna ava vexwarinê ya paqij li Tehranê pênc caran ji dabînkirinê zêdetir e.”

 
Fly Erbil Advertisment