Ciwanên Ewropî bo hevdîtineke bi Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan

Enqere (K24) - Endamên înîsiyatîfa “Em li ser azadiyê İsrar dikin” ku ji aliyê ciwanên Ewropî ve hatiye damezrandin li Enqereya paytexta Tirkiyeyê ji bo hevdîtineke bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dan.

Endamên înîsiyatîfa “Em li ser azadiyê İsrar dikin” ku ji aliyê ciwanên Ewropî ve hatiye damezrandin, ji bo hevdîtina bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hatin Tirkiyeyê. 7 ciwanên ku serî li Wezareta Dadê ya Tirkiyeyê dan, piştre bi Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meral Danış Beştaş û Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) Tulay Hatimoğulları re civiyan.

Herwiha Cîgira Hevseroka Komîteya Karûbarên Derve ya Partiya DEM Partiyê Ebru Günay û parlamenter Sümeyye Boz û Vezir Parlak jî beşdar bûn. Di civînê de banga aştî û civakeke demokratîk, pêvajo û rola ciwanan di aştîxwaziyê de hatin nîqaşkirin û pirsên ciwanan hatin bersivandin.

Ciwanên Ewropî piştî hevdîtinên xwe yên bi rêveberên DEM Partiyê re li Navenda Giştî ya DEM Partiyê daxuyaniyeke çapemeniyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de Endama Komîna Ciwanên Demokratîk û Jinên Ciwan Marie got ku ew ji bo şopandina jiyaneke alternatîf li hev civiyane.

‘Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin’

Marie, diyar kir ku ew ji bo demokrasiyê û jiyana bi xwezayê re di ahengekê de ne û got, “Wekî ciwanên navneteweyî yên şandeya “Em li ser Azadiyê israr dikin”, em beşdarî kampanyaya navneteweyî ya bi navê “Em Dixwazin Bi Ocalan re Hevdîtinê Bikin” dibin, ku azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan dixwaze. Îro, di 24ê Tîrmehê de, em li Enqerê ne ku daxwaza hevdîtina bi Ocalan re bikin. Di 24ê Tîrmeha 2015an de, li vî bajarî, dewleta Tirk biryar da ku Çiyayên Qendîlê bombebaran bike. Vê biryarê hewldanên aştiyê yên Birêz Abdullah Ocalan ên wê demê têk birin, û Pêvajoya aştiyê ya di navbera 2013 û 2015an de bi dawî bû.

‘Aştiyeke Mayînde Bi Siyaseteke Demokratîk Pêkan e’

Berdevka Komîna Ciwanên Demokratîk û Jinên Ciwan ragihand, “Di van rojên ku bi şer û tundûtûjiyê ve têne destnîşankirin de, bang û ramanên Birêz Öcalan bi tundî daxwaza gel a ji bo aştiyê diaxivin. Di demekê de ku şer li seranserê cîhanê, û bi taybetî li Rojhilata Navîn, zêde dibe, em hewce dibînin ku helwestek zelal bigirin: Wekî ku Birêz Öcalan diyar kir, aştiya mayînde tenê bi siyaseta demokratîk dikare were bidestxistin, ne bi çekan.”

Herwiha di daxuyaniya ku bi zimanê Ingilizî hate kirin de, ciwanan da zanîn ku dê ew di rojên pêş li Stenbolê jî bi aktorên politik yên cuda re hevdîtinan pêk bînin û nîqaşên ser proseya aştiyê gotûbêj bikin.

 
Fly Erbil Advertisment