Brîtanya daxwaza rawestandina êrîşên bi dronan ên li ser Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanyayê bi serokatiya Şêwirmendê Payebilind ê Bergiriyê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê kir û pê re danûstandin li ser hin mijarên girîng kirin.
Serok Mesûd Barzanî îro (Pêncşem, 31ê Tîrmeha 2025ê) li Pîrmamê pêşwaziya şandeke leşkerî ya Brîtanyayê kir, ku Şêwirmendê Payebilind ê Bergiriyê yê Karûbarên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Edward Algren serokatiya wê şandê dikir.
Baregayê Barzanî di daxuyaniyekê de amaje daye, "Di wê civînê de, ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrew Beasley jî tevlî wê bûbû, guhertinên dawiyê û rewşa siyasî û ewlehiyê ya Iraq û deverê bi giştî hatin nîqaşkirin.”
Li gorî wê daxuyaniyê, wê şanda Brîtanyayî êrîşên bi dronan ên ku li ser Herêma Kurdistanê tên kirin şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo parastina ewlehî û tenahiya Herêma Kurdistanê tekez kir. Wê şandê herwesa daxwaz jî kir ku, ew êrîş bi zûtirîn dem bên bidawîanîn û bikerên wan jî bên eşkerekirin û rûbirûyî dadgehê bên kirin."
Baregayê Barzaniyê eşkere jî kir, "Her di wê civînê de tekez li ser xurtkirina hevkarî û hevahengiyên leşkerî û ewlehî di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê de hat kirin.”
Têkiliyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de û rewşa siyasî ya navxweyî ya Herêma Kurdistanê jî mijareke din a vê civînê bû.
