Bihayên benzîn û mazotê li Tirkiyeyê zêde dibin

Navenda Nûçeyan (K24) - Zêdebûneke bihayê tê ku dê bandorê li ser xwediyên wesayîtan bike. Roja Şembîyê li Tirkiyeyê bihayên mazotê û benzînê dê lîreyekê zêde bibin.
Zêdebûna bihayên petrola xav a Brent bo 73 dolaran li Tirkiyeyê dibe sedema zêdebuna bihayên mazot û benzînê.
Li gorî vê, bihayên mazotê û benzînê dê roja Şembîyê lîreyekê zêde bibin.
Hejayê gotinê ye ku, rojên çûyî bihayê gaza xwezayî ji 44 qurîş hatibû zêdekirin û ev jî bandorekê li ser bihayê çûyîn û hatinê heta bihayê xwarin û vexarinê dike.