Agirekî mezin li daristanên Şirnexê: Hewlên ji bo vemirandinê didomin

Diyarbekir (K24) – Li devera daristanî ya nêzîkî bajarokê Gundikê Melê yê ser bi Şirnexê ve,  îro danê sibê ji ber sedemeke nediyar şewateke mezin derket. 

Li ser agahdarkirinê, hejmareke mezin a tîmên agirkujiyê û welatî ji bo vemirandina agir seferber bûn û hewlên wan didomin.

Li gorî agahiyên destpêkê, agir li herêma Qereqola Leşkerî ya nêzîkî bajarokê derketiye û li qadeke berfireh belav bûye.

Tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Şirnexê û yên gerok ên Rêveberiya Daristanan, bi alîkariya welatiyên herêmê, ji bejahî ve dest bi têkoşîna li dijî agir kirine. Hewlên ji bo kontrolkirina şewatê û vemirandina wê bi awayekî dijwar didomin.

Heta niha sedema derketina şewatê nehatiye zanîn û lêkolînên derbarê bûyerê de hatine destpêkirin.

 
Fly Erbil Advertisment