Şandeke Federasyona Cama Kendavî gihîşt Zaxoyê
Ew şand Yarîgeha Zaxoyê dinirxîne

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Federasyona Cama Kendavî serdana bajarê Zaxoyê dike û yarîgeh û amadekariyên yaneyê Zaxoyê ji bo tevlîbûna di Lîga Qehremaniya Kendavî de dinirxîne.
Şandeke Cama Kendavî îro (Yekşem, 03ê Tebaxa 2025ê) gihîştiye Zaxoyê, ku sekreterê giştî yê wê federasyonê Casim Rehîmî serokatiya wê dike.
Ew şand dê serdana meydanî ji bo Yarîgeha Navneteweyî ya Zaxoyê bike û dê bi rêveberiya yaneya Zaxoyê û aliyên peywendîdar re bicive. Ev serdana fermî jî di çarçoveya amadekariyên qehremaniya duyê ya Lîga yaneyên qeheman ên Kendavî de ye.
Armanca wê şandê çavdêrîkirina yaneya Zaxoyê ji aliyê rêkxistin û hunerî ve ye, ku dê di wê qehremaniyê de nûnerîtiya Iraqê bike.
Remîhî di daxuyaniyeke taybet de, ku li ser malpera fermî ya wê federasyonê hatiye weşandin, behsa girîngiya tevlîbûna Zaxoyê di wê qehremaniyê de kir û got, "Zaxo ji hêla hunerî û alîgiran ve nirxeke mezintir dide vê qehremaniyê û ew qehremanî dê ji ber Zaxoyê zêdetir pêşkeftinên mezin tomar bike.”
Piştî ku di Lîga Stêrên Iraqê de nimreya sêyê bi dest xist, yaneya Zaxoyê dê wekî nûnera Iraqê tevlî Lîga Qehremaniya Kendavî bibe, ku yaneyên Reyan a Qeterî, Eyn a Îmaratî, Qadisiye ya Kuweytî, Nehze ya Omanî, Sitre ya Behreynî û Tezamin a Yemenî jî tevlî wê bûne.
Biryar e pişkkêşana Lîga Yaneyên Qehremaniya Kendavî li roja 11ê meha bê bi amadebûna nûnerên heşt yaneyên tevlîbûyî bê kirin. Ew lîg dê li roja 16ê meha bê dest pê bike û dê li roja 14ê Nîsana 2026ê biqede.

