KCK ji dema karê komîsyona parlementoyê nerazî ye: "Armancên wê ne diyar in"

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Mistefa Karasû, derbarê "Komîsyona Aştiyê" ya ku nû li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin de daxuyanî da û ragihand, her çend avakirina komîsyoneke wiha di bingeh de gaveke girîng be jî, armancên wê bi temamî ne zelal in û dema karê wê pir kêm e.

Mistefa Karasû got: "Pêwîst e pirsa Kurd bi rêya demokratîkbûnê li parlamentoyê bê çareserkirin. Avakirina komîsyonê di nava parlamentoyê de tiştekî girîng e; lê ya ji wê girîngtir ew e ku dê ev komîsyon çawa kar bike û armancên wê çi bin?"

Karasû da zanîn, diviyabû komîsyon bi yasayekê bihata avakirin da ku armancên wê zelaltir û eşkeretir bûna, û pirsî: "Gelo komîsyon dê çawa ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirina pirsa Kurd kar bike?"

Derbarê dema karê komîsyonê de, endamê Konseya Rêveber a KCKê destnîşan kir: "Demeke du-sê mehan ji bo karê komîsyonê hatiye diyarkirin; ev dem gelekî kêm e û wisa dixuye ku tenê ji bo çarenûsa danîna çekan kar dike, ku ev bi tenê ne bes e. Divê komîsyon li ser çavkaniya wan sedeman kar bike ku bûne egera avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), ku ew jî doz û pirsa Kurd e."

Civîna yekem a komîsyonê hat lidarxistin

Ev daxuyanî piştî wê yekê hat ku duh 5ê Tebaxa 2025an, Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê bi serokatiya Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş civîna xwe ya yekem li dar xist û navê komîsyonê weke "Komîsyona Demokrasî, Biratî û Yekrêziya Niştimanî" destnîşan kir.

Komîsyon ji 48 endaman pêk tê, ku tê de 21 endam ji AK Partiyê, 10 ji CHPê, û 4 endam ji her yek ji DEM Partî û MHPê ne.

Kurtulmuş: "Komîsyon dê destûrê neguherîne"

Di destpêka civînê de, Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş diyar kir ku armanca komîsyonê ne nûkirina destûrê ye, lê belê pêşxistina biratiya di navbera gelan û bidawîanîna terorê ye.

Kurtulmuş got: "Heya ku em amade bin guh bidin hev, ti mijar nîne ku neyê axaftin, bi mercê ku hemû nêrîn îradeya yekrêzî û biratiyê di nav xwe de bihewînin. Bi danîna çekan a tam a (PKK) re, amadekirina yasayên nû yên ku aştiyê bikin daîmî, di nav erkên vê komîsyonê de ye."

Kurtulmuş herwiha bal kişand ser biratiya dîrokî ya di navbera Kurd û Tirkan de û got: "Pêwîst e em li gel guhertinên cîhanê, biratiya navxweyî û aştiya civakî pêş bixin da ku paşeroja welatê me geştir bibe."

 
 
 
Fly Erbil Advertisment