Desteya Geştyariyê: Bilindbûna pileyên germê hatina geştyaran bo Kurdistanê zêde bike

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Desteya Geştyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje da ku, sektora geştyariyê li Herêma Kurdistanê pêşveçûneke baş dîtiye û hejmareke projeyên geştyariyê dê bn bicîhanîn.

Berdevkê Desteya Geştyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd îro (Çarşem, 6ê Tebaxa 2025ê) ji Kurdistan24ê re got, “Kêmbûna avê li devereke geştyarî an hişkbûna deverekê bandor li kêmbûna hejmara geştyaran nekiriye, ji ber ku Herêma Kurdistanê hejmareke mezin a deverên geştyarî û keşûhewayekê guncayî heye.”

Berdevkê Desteya Geştyariyê herwesa got, “Her ku pileyên germê bilind dibin, hatina geştyaran ji başûr û navenda Iraqê zêde dibe, ji ber ku Herêma Kurdistanê hilbijartina yekê ya geştyarên Iraqî ye.”

Îbrahîm Ebdulmecîd amaje jî da, “Masterlana geştyarî ya Rêveberiya Serbixwe ya Soranê dê bibe sedema wê yekê ku hejmareke mezin a geştyaran serdana Herêma Kurdistanê bikin û di warê sektora geştyariyê de dê pêşveçûneke girîng bibîne, tevî ku hejmareke projeyên din ên geştyarî tê bicîhanîn.”

Navbirî li ser amara hatina geştyaran a îsal got, “Heta niha me amareka durist berhev nekiriye, ji ber ku plana me wesa ye ku em amara geştyaran rêk bixin, ji hêla hejmar, zayend, netewe û cîhê tomarkirinê tomar bikin.”

Bêhnvedana havînê, daxistina deriyên dibistanan û pileyên germê yên nizm li Herêma Kurdistanê li gorî başûr û navenda Iraqê hejmara geştyaran zêde dikin.

 
Fly Erbil Advertisment