PSK pêşniyara du-qonaxî dike: Çekdanîn girîng e, lê bingeh çareserkirina pirsa Kurd e

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel derbarê pêvajoya siyasî ya heyî, biryara PKKê ya çekdanînê û komîsyona ku li parlamena Tirkiyeyê hatiye avakirin de daxuyaniyeke berfireh da. Bozyel pêvajoyê weke gaveke erênî nirxand, lê hişyarî da ku înkarkirina Pirsa Kurd ji aliyê dewletê ve, dê rê li ber çareseriyeke mayînde bigire û ji bo vê yekê plana çareseriyê ya du-qonaxî pêşniyar kir.

Di daxuyaniya xwe de, Bozyel anî ziman, pêvajoya ku di Cotmeha sala borî de bi destpêşxeriya Devlet Bahçelî dest pê kiribû, bi banga Ocalan a di 27ê Sibata 2024an de û biryara PKKê ya çekdanîn û xwehilweşandinê ya di meha Gulanê de, gihîştiye qonaxeke girîng. Bozyel şewitandina çekan a sembolîk a li Silêmaniyê weke nîşana wê yekê dît ku "PKK di mijara çekdanînê de gihîştiye xaleke ku êdî venagerê."

Bozyel damezrandina "Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê" ya di 5ê Tebaxê de, weke "pêwîst û girîng" binav kir û tevlêbûna piraniya partiyan (ji bilî ÎYÎ Partiyê) weke faktoreke ku meşrûiyeta biryarên komîsyonê xurt dike, nirxand.

"Navê pirsgirêkê rast deynin: Pirsa Kurd"

Ligel van gavên erênî, Serokê PSKê rexneyeke tund li nêzîkatiya hikûmet û dewletê girt. Wî got, "Serokên dewletê, di serî de Bahçelî û Erdogan, bi israr vê pêvajoyê weke 'Tirkiyeya bêteror' pênase dikin. Ev têgihiştineke gelek teng e, rastiyê berovajî dike û xetereyeke mezin dihewîne."

Bozyel tekez kir, bi vê nêzîkatiyê rêveberên Tirkiyeyê hebûna Pirsa Kurd înkar dikin û got, "Hêvîkirina çareseriyê ji têgihiştineke înkarparêz a ku hebûna gelê Kurd paşguh dike, li dijî siruşta tiştan e. Cudakirina têkoşîna 41 salan a PKKê ji Pirsa Kurd, berovajîkirineke bi zanebûn û plankirî ye. Ev têgihiştina înkarker li şûna ku meseleyê çareser bike, wê kûrtir bike."

Plana Du-Qonaxî ji bo çareseriyeke mayînde

PSK di daxuyaniya xwe de ji bo çareseriyeke mayînde û berfireh pêşniyareke du-qonaxî pêşkêş dike:

1.    Avakirina zemîneke demokratîk: Di vê qonaxê de divê gavên lezgîn bên avêtin. Komîsyon divê rê li ber beşdariya kesên ku çek danîne di jiyana civakî û siyasî de veke, girtiyên siyasî bên berdan, şaredarên ji wezîfeyê hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe, û hemû astengiyên li pêşiya azadiya raman û rêxistinbûnê bên rakirin.

2.    Destûreke nû ya ku hebûna Kurdan nas dike: Divê destûreke nû ku li gorî avaniya pirneteweyî, pirçandî û pirdînî ya Tirkiyeyê be, were amadekirin. Ev destûr divê:

o    Hebûna gelê Kurd nas bike.

o    Zimanê Kurdî weke zimanê perwerdeyê û fermî qebûl bike.

o    Derfetê bide Kurdan ku li welatê xwe, Kurdistanê, xwe bi xwe bi rê ve bibin.

o    Li ser bingeha Peymana Xweseriya Rêveberiyên Herêmî ya Ewropayê be.

PSK diyar dike, sîstema îdarî û siyasî ya ku herî baş li gorî destûreke wiha tê, sîstema federalî ye.

Di dawiya daxuyaniyê de, Bayram Bozyel bal kişand ser girêdana çareseriyê bi parçeyên din ên Kurdistanê re û got: "Tirkiye nikare bi dijberiya statuya Kurdan li Rojavayê, Pirsa Kurd di hundirê xwe de çareser bike. Pêwîst e Tirkiye dev ji siyaseta xwe ya dij-Kurd a li Rojavayê berde û bi wan re li ser bingeha rêzgirtin û berjewendiyên dualî têkiliyan deyne."

 
Fly Erbil Advertisment