Murat Karayilan: Tirkiye heta niha banga Bahceli bi cîh neaniye

Karayilan: Nabe çi kesek gef û çekan li dijî Tirkiyeyê bikar bîne

Murat Karayilan
Murat Karayilan

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermandarekî payebilind ê HPGê tekez kir ku, wan pêşniyarên banga Ocalan bi cîh anîne, lê dewleta Tirkiyeyê hîn banga Bahçeli bi cîh neaniye. Wî fermandarî tekez li ser azadkirina Ocalan jî kir.

Fermandarê Payebilind ê Hêzên Parastina Gel (HPG) Murat Karayilan di hevpeyvînekê de bi medyayeke nêzîkî PKKê re got, “Komeke 30 kesî ya PKKê di 11ê Tîrmeha îsal de li Silêmaniyê çekên xwe şewitandin. Ev merasîm tê vê wateyê ku stratejiya têkoşîna çekdarî ji bo tevgera me bi fermî û kiryarkî bi dawî bûye.

Murat Karayilan amaje jî da, “Me pêşniyarên banga Ocalan bi cîh anîne, lê Tirkiyeyê hîn banga Devlet Bahçeli bi cîh neaniye.”

Navbirî di derheqa azadkirina Abdullah Ocalan de jî got, “Ji bo ku bawerî çê bibe, bi piştrastî ve divê Ocalan bê berdan. Ne tenê li Îmraliyê nemîne, lê divê ew bikare serdana her derê bike.”

Wî fermandarê payebilind ê HPGê tekez jî kir ku, ger Tirkiye li gorî daxwazên wan tevbigere û gavên cidî ber bi pêvajoya aştiyê ve biavêje, merasîma şewitandina çekan ji aliyê PKKê ve jî dê berdewam be.

Murat Karayilan behsa Komîsyona Parlementoya Tirkiyeyê kir û got, “Damezrandina wê komîsyonê gaveke guncayî û erênî ye. Pirsa Kurdan pirsa tevahiya Tirkiyeyê û pirsa sedsalê ye.” herwesa got, "Em aliyekî vê pêvajoyê ne û divê nêrînên me bên wergirtin.”

Navbirî tekez jî kir, “Ger Ocalan neyê berdan, li Tirkiyeyê aştî çê nabe.” Herwesa got, "Ji bo ku Tirkiye wekî welatekî demokratîk li Rojhilata Navîn pêş bikeve û rola xwe bi awayekî mezin bilîze, pêdivîtî bi Kurdan heye. Ew bêyî gelê Kurd nikarin vê yekê bikin."

Wî fermandarê payebilind ê HPGê tekez jî kir, “Êdî nabe ku şerê çekdarî rêbazeke hilbijartî be. Herwesa Ocalan bi giştî têkoşîna çekdarî li dijî Tirkiyeyê rawestand, lewma jî nabe çi kesek gef û çekan li dijî Tirkiyeyê bi kar bîne.”

 
 
 
Fly Erbil Advertisment