Elî Larîcanî bo îmzekirina peymaneke ewlehiyê gihîşt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) - Medyaya Îranê eşkere kir ku, Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê Elî Larîcanî ji bo îmzekirina peymaneke ewlehiyê gihîştiye Iraqê.
Li gorî haydariyan, Larîcanî li ser pêşketinên nû yên deverê gihîştiye Iraqê û diçe Libnanê jî, bizavê dike ku têkiliyên bazirganî yên Îranê bi wan welatan re pêş bixe û guhertinên warê ewlehiyê bi rayedarên Iraq û Libnanê re nîqaş bike.
Elî Larîcanî wekî yek ji siyasetmedarên herî payebilind ên Îranê tê hesibandin ku gelek postên bilind wergirtiye, wekî Serokê Parlementoyê ji sala 2008ê heta sala 2020ê, Serokê Desteya Medyaya Fermî ya Îranê, Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Komara Îslamî ya Îranê û Sekreterê Encûmena Bilind a Ewlekariya Neteweyî jî bû ji sala 2005ê heta 2007ê. Niha jî her ew post bi wî hatiye dan.
Serdana Larîcanî di çarçoveya peymanên ewlehiyê yên li ser aloziyên deverê ye, tevî xwesteka Îranê ya pêşxistina têkiliyan bi Bexdayê re û pêşîgirtina li gefên li ser sînorê di navbera her du welatan de.
Larîcanî berî serdana xwe di konferanseke rojnamevanî de ragihand, "Têkiliyên di navbera Iraq û Îranê de di astek bilind de ne, mînakek ji vê yekê jî Çiliya Îmam Hisên e ku ji hêla Iraqê ve bi germî tê pêşwazîkirin û em spasdar in."