Kesûkarên qurbaniyan: Em piştrast in tometbarê rûdana Benzînxaneya Hewlêrê cezayê xwe werdigire

Navenda Nûçeyan (K24) - Kesûkarên qurbaniyên rûdana Benzînxaneya Hewlêrê serdana Parêzgarê Hewlêrê kir û yek ji kesûkarên qurbaniyên Benzînxaneya Hewlêrê ku ji Bexdayê hatiye got, “Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku di kêmtir ji seetekê de kujer girt û da destê qanûnê.” Herwesa spasiya hevsozî û hevxemiya Serok Barzanî kir û ragihand, “Em dixwazin ev doz rêya xwe ya qanûnî werbigire û kujer bê cezakirin, da ku rûdanên wesa dubare nebin.”
Bavê yek ji qurbaniyan di konferanseke rojnamevanî de li Parêzgeha Hewlêrê got, “Em spasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ji bo ku ev derfet daye me û ji bo ku nîşanî me daye ku gelê Iraqê yek gel e û qanûn jî li vî welatî yek qanûn e. Bi girtina gumanbar, Hikûmeta Herêma Kurdistanê nîşan da ku ew bi me re hevxem e û dixwaze ji bo xwediyên mafan vegere. Wan kujer di seetekê de girt.”
Bavê jêgoitî herwesa got, "Em spasiya Serok Barzanî dikin, ji bo hevxemiya wî. Em spasiya rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin. Bila cihê kuştiyan behişt be. bila doza vê rûdanê rêya xwe ya qanûnî werbigire, da ku careke din rûdanên bi vî awayî dubare nebin."
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw jî kesûkarên kuştiyan piştrast kirin ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi rêyên qanûnî û bi rêya dezgehên peywendîdar bi cidî karê xwe bike.” Herwesa got, “Kujer û kuştiyan pêştir hev nenasîbû.”
Omêd Xoşnaw amaje jî da, “Tometbar niha di bin dilovaniya qanûnê de ye û qanûn serwer e, lêkolîna qanûnî pê re tê kirin. Em malbatên qurbaniyan piştrast dikin ku, qanûn dê rêya xwe werbigire û em dê piştgiriyê bidin daxwazên wan.”
Êvara Çarşema borî (6ê Tebaxa 2025ê) li benzînxaneyeke bajarê Hewlêrê, di navbera karmendên benzînxaneyê û bikirekî de nîqaşek derket. Di encama wê nîqaşê de, yek ji karmendên wê benzînxaneyê bi Kalaşnîkovê du bikirên xwe kuştin, welatiyekî din jî ku nêzîkî wê bûyerê bû hat kuştin.
Dîmenên vîdyoya wê rûdanê nîşan didin ku, ew her du bikirên wê benzînxaneyê, ku lîstikvanên werzişê ne, ji ber rijandina çend lîtrên benzînê karmendên benzînxaneyê pal didin, ku yek ji wan kujer e. Ji ber wê yekê, karmendek çekî tîne û wan her du werzişvanan dikuje.