Şandeke Hikûmeta Sûriyeyê bi Hakan Fîdan re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan pêşwazî li şandeke payebilind a hikûmeta Sûriyeyê kir. Di hevdîtinê de, mijarên girêdayî "berjewendiyên hevbeş" hatin gotûbêjkirin.
Şandeya Sûrî ku ji Wezîrê Derve û Koçberan Es’ed Şeybanî, Wezîrê Berevaniyê Murhef Ebû Qesra û Serokê Saziya Îstixbaratê Husên Selame pêk tê, îro 13ê Tebaxê li Enqerê Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re civiya.
Li gorî ajansa “SANA” a fermî ya Sûriyeyê, tê payîn ku rojeva sereke ya hevdîtinan, mijarên ewlehiyê û hevbeşiya di warê rûbirûbûna terorê de be.
Ev serdana payebilind, piştî pêwendiyeke telefonî ya di 20ê Tîrmehê de di navbera Fîdan û Şeybanî de pêk tê. Hatibû ragihandin ku di wê pêwendiyê de, her du wezîran pêşhatên li Sûriyeyê û encamên civînên li Emanê nirxandibûn.