Li Enkawayê Pêşangeha Salane ya Tirî hate vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Enkawayê yê Hewlêrê, Pêşangeha Salane ya Tirî bi beşdariyeke berçav a cotyar û welatiyan hate vekirin. Pêşangeh dê sê rojan berdewam bike û tê de gelek curên tirî û berhemên weke mêwejin, sirke û doşav tên nîşandan.
Di pêşangehê de, bi dehan corên cuda yên tiriyê xwemalî hatin nîşandan ku bala serdaneran kişandin. Herwiha, li kêleka berhemên çandiniyê, çalakiyên din ên çandî yên weke nanpêjandina kevneşopî û pêşandana xwarinên Kurdewarî jî birêve çûn, ku rengekî taybet dan pêşangehê.
Sûzan Tomeboyî, yek ji beşdarên pêşangehê, diyar kir, ev sala sêyemîn e festîval tê lidarxistin û got: "Par ez beşdar bûm û îsal jî daxwaz ji min kirin ku ez beşdar bibim, bi taybetî di çêkirina 'nanê tendûrê yê stûr' de ku li sûkê kêm e."
Ji aliyê xwe ve, Qeşe Yûsif Toma, yek ji rêveberên pêşangehê, di ji K24ê re got: "Ev pêşangeh salê carekê ji aliyê Birayên Silwan ve li vir tê lidarxistin. Ev yek han dide cotyaran ku nirxê van berheman, bi taybetî yê tirî bizanibin."
Toma herwiha amaje bi sûdên tirî kir û got, ew hem weke xwarin, hem jî weke fêkî û mêwejan jê sûd tê wergirtin û dîmeneke wê ya xweşik jî heye.
Ev pêşangeh bûye çalakiyeke salane ku cotyar û welatiyan tîne cem hev û berhemên çandiniyê yên deverê, bi taybetî jî tirî ku yek ji berhemên sereke yên Kurdistanê ye, dide nasîn.